Mela Mihemedê Licî - Hadî (1860-1912)
Jêgirtin ji Xelîl di 19/12/2023, 22:26 deMela Mihemed Hadiyê Liceyî (Seydayê Licî) di salên 60î yên sedsala 19yê de hatiye dinê. Kalikê wî Resûl Paşa li Wanê walîtî kiriye. Bi malbatî ji Wanê çûne Qers û Erziromê, ji wir jî hatine Licê. Li Licê wekî malabata Seydayê Licî tên naskirin. Li ber destê bavê xwe (Sibxetullah) dest bi xwendinê kiriye. Li cem gelek seyda û meleyan xwendina xwe domandiye û îcazeta xwe ya ‘ilmî ji kurê Mela Xelîlê Sêrtî, ji Mela Fethûllah wergirtiye. Li Licê muftîtî û mideristî kiriye. Seydayê Licî di sala 1912yê de li Licê wefat kiriye.
Seydayê Licî hem îcazeta ‘ilmî hem jî ya tesewwufê daye geleke kesan. Mela Ehmedê Xasî, Fethiyê Hezroyî, Mela Ruşdî, Şêx Mistefayê Sîsî îcazeta ‘ilmî ji Seydayê Licî wergirtine.
Berhemên Wî
Emla Mihemedê Licî li pey xwe dîwanek û tecwîdek hiştiye. Di helbestên xwe mexlesa “Hadî” bikar aniye. Helbestvanekî mutesewwif e. Helbestên bi kurdî, ‘erebî û farsî di dîwana wî de hene. Tehsîn Îbrahîm Doskî di sala 2012yê de Dîwana Hadî ji Weşanxaneya Nûbiharê daye çapkirin. Di nav helbestên wî de mulemme’ jî hene.
Seydayê Licî bi tecwîdê re jî mijûl bûye, ji bo zarokan tecwîdek nivîsiye. Ayhan Yıldız ji Mela Mihemedê Hezanî neqil dike ku “Di wextê xwe de Seydayê Licî, li herêmê di nav medreseyan de wekî alimekî mucewwid dihat naskirin. Dikaribû bi tecwîd Qur’an bixwenda û ders bidaya. Li welêt ew meşhûr bû.”
Xebatine Derbarê Mela Mihemedê Liceyî de
Doskî, T. Î. (2012). Dîwana Hadî Mela Mihemedê Liceyî. Nûbihar. Stenbol
Ertekin, M. Zahir & Yıldız, Ayhan, (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan
Yıldız, Ayhan, (2021). Perwerdeya Tecwîdên Kurdî Di Medreseyên Kurdan De û Analîzek Li Ser “Zubdetu’t-Tecwîd Li’t-Talıbi’l-Mustefîd”A Ebdurrehman El-Farûqî, Kurdiname, no. 4, p.1-24
Ya Reb Çi Ye Ev Esr E
Gotin dê bi îrșadî (k)
Der her badî û nadî (k)
Meș kîn bi vî mu'tadî (k)
Filyetbu'a min xanû (e)
...
Yek pîrê Qelendirwan (k)
Tecwîz da wan ev awan (k)
Got mescide kin dîlan (k)
Sedwa ela ma kanû (e)
Ev cahil û nadan in (k)
Reqqasê di meydan in (k)
Bi ev halê xwe şadan in (k)
Qed șanowa we ma zanû (e)
...
Munkerê bûye me'rûf(k)
Me'rûfê bûye melfuf(k)
Heqqî ku buya mekfûf(k)
La yedrun ma qalû. (e)
La yedrun ma qalú.
Mela Mihemed Hadiyê Liceyî (Seydayê Licî) di salên 60î yên sedsala 19yê de hatiye dinê. Kalikê wî Resûl Paşa li Wanê walîtî kiriye. Bi malbatî ji Wanê çûne Qers û Erziromê, ji wir jî hatine Licê. Li Licê wekî malabata Seydayê Licî tên naskirin. Li ber destê bavê xwe (Sibxetullah) dest bi xwendinê kiriye. Li cem gelek seyda û meleyan xwendina xwe domandiye û îcazeta xwe ya ‘ilmî ji kurê Mela Xelîlê Sêrtî, ji Mela Fethûllah wergirtiye. Li Licê muftîtî û mideristî kiriye. Seydayê Licî di sala 1912yê de li Licê wefat kiriye.