Ozan Şêxo - Pîr û kal im
Jêgirtin ji Xelîl di 27/04/2025, 14:16 dePir û kal im, kûr kûr dinalim
Ey evîna min were roniya min were…Dilbijê bejna delal im, nazenîna min were
Ez dibêm dîsa ciwan im, tihniye ava heyat
Sebr û male tim li balê, Ken-şîrîna min were…Ez di bin barê xemanda, hesreta welatê xweda
Pişt şikesti xwar û xûz, xwar û xûz
Hêstira van herd û çavan, ronika van herd û çavan
Xemrevina min were, de were dilbera min wereKengi Mem û Zîn dikari, ragiri Birca belek?
Ez di zindanê dinalim, jin û Zîna min were…Dewara jin û evinê, aferina derd û kûl
Dil di benda zulfê tarî, dilrevîna min were,…Din û bêdin bûme îro, ez di benda dilberê
Gawira bêdin û xwînxwar, ka bi dîna min were…
Helbest: Cîgerxwîn - Şêxo
Muzîk: Şêxo
(Prangalar – 1994)
Pir û kal im, kûr kûr dinalim
Ey evîna min were roniya min were…
Dilbijê bejna delal im, nazenîna min were
Ez dibêm dîsa ciwan im, tihniye ava heyat
Sebr û male tim li balê, Ken-şîrîna min were…
Ez di bin barê xemanda, hesreta welatê xweda
Pişt şikesti xwar û xûz, xwar û xûz
Hêstira van herd û çavan, ronika van herd û çavan
Xemrevina min were, de were dilbera min were
Kengi Mem û Zîn dikari, ragiri Birca belek?
Ez di zindanê dinalim, jin û Zîna min were…
Dewara jin û evinê, aferina derd û kûl
Dil di benda zulfê tarî, dilrevîna min were,…
Din û bêdin bûme îro, ez di benda dilberê
Gawira bêdin û xwînxwar, ka bi dîna min were…
Helbest: Cîgerxwîn - Şêxo
Muzîk: Şêxo
(Prangalar – 1994)