Poetîka û Helbest
Jêgirtin ji Xelîl di 22/10/2022, 18:22 de1. Poetîka û Şiîr
1.1 Poetîka
1.1.1 Pênaseya Poetîkayê
Têhega poetîkayê ku van rojan bi “Hunera Şiîrê” ve tê sînorkirin, bi gelemperî tê vê wateyê; “Poetîka, nivîs an jî berhema şaîrekî/ê ye ku ew li ser nêrîn, têgihîn û fikirên bikeys ên di derbarê hunera şiîrê de ne.”[1]
Peyva poetîkayê ku di destpêkê de tevahî hunerên ciwan (bedew) di nav xwe de dihewand û bi wateya “felsefeya xweşikîyê/estetîkê” ve dihat bikaranîn, ji eslê xwe ve yûnanî ye û ji zimanên rojavayî tevî zimanê me bûye, cara ewilî ji alîyê Aristo bi vê wateyê ve hatîye bikaranîn. Di zimanên din jî bergindên ji heman rayekê ku tên heman wateyê hatine bikaranîn. Bi fransî “poetik”, bi îngîlîzî “poetic”, bi almanî “poetik”, bi îtalyanî “poetica”, bi latînî “poetica”, bi yûnanî “poiêtkê”.
Ev bêjeya ku ji “poietikos”a yûnanî tê, rêngdêreke bi lêkera “poiein”ê ve girêdayî ye û ew jî tê wateya “kirin, hilberîn, afirandin”ê.[2] Bi vî awayî, poetîka ji Arîsto heta roja me li ser mijarên huner, felsefe, estetîk û babetên hevpar ên edebîyatê sekinîye. Poetîka, li gor wateya wê ya zimanên rojavayî wekî “hunera şiîrê” hatîye wergerandin û lewma weke pirtûkeke ku tenê li ser hunera şiîrê ye hatîye nirxandin. Lêbelê hin zanyar jî berepêş dikin ku hem ji wateya yûnanî ya peyvê û hem jî ji naveroka Poetîkayê ve dîyar e ku ew ne berhemeke tenê li ser hunera şiîrê lê bi berfirehî berhemeke di derbarê “afirandina hunerî”yê ye.[3]
Li gorî Arîsto wiha dixuye ku hunera şiîrê heyîna xwe deyndarê du sedemên bingehîn e ku ew di tebîeta însên de dirûv girtine. Yek ji wan “hilana lasayîkirinê” ye ku ew bi fitrî bi însên re heye; însên nemaze bi şîyana xwe ya awarte ya lasayîkirinê ji hemû afirîdeyên din cihê dibe û agahîyên xwe yên pêşîn jî bi raya teqlîdkirinê bi dest dixin. A duyem, jêhezkirin, lezetstendina însên ya li hemberî berhemên lasayîkirî ye ku ev ji bo însên karakterîstîk e. Lê ev jêhezkirin, lezetstendin demkî ye. Madem ku “hilana lasayîkirinê” bi fitrî bi însên re heye, însên ku ji bo vê bi şîyan e û vê şîyana xwe roj bi roj pêş ve birîye, ewilî, beyî ku dûdirêj bifikre, bi ceribînên hatine kirin hunera şiîrê afirandiye.[4]
Li cem Arîsto sê kiryar (çalakî) hene: Zanîn, kirin (xebat) û afirandin. Çalakîya sêyem “afirandin” poetîka ye û di çarçoveya vê têgehê de bi sînordarkirina têgeha “mimesis”ê ve hemû huner hatine vekolandin. Li cem Arîsto “mimesis” yek têgeheke hemûgir e.[5] Arîsto jî wekî Platon çalakîya hunerîyê bi awaya “çalakîya mimetik” (şayesandin, sêwirandin) qebûl dike. Lê, Platon ku “mimesis”ê ji hêla têgihîna agahîyê ve biçûk dibîne ku ew ne çalakîya afirandinê ya mayînde lê ya demkî ye, berevajî vê, Arîsto hunera lasayîkirinê wekî derhatîyeke (encameke) felsefeyê, li gorî kopîkirina nêrîna “îdea”yê dinirxîne û teorîyek saz kiriye ku “mimesis”ê berz dike.[6] Li gorî Arîsto sê cureyên mezin ên şiîrê hene: komedî (pêkenî), trajedya û destan. Arîsto, bi taybetî qeyd û bendên li ser trajedya, çavkanî û hêmanên curbicur ên trajedyayê dide me.[7] Todorov diyar dike ku Poetîkaya Arîsto ne li ser edebîyatê ye, ew ne li ser şiîrê lê li ser dram û trajedyayê disekine.[8]
Orhan Okay berevajî Todorov poetîkaya Arîsto wekî “teorîya şiîrê ya bi çarçoveyeke diyarkirî” şîrove dike.[9] Kesên piştî Arîsto, hewl didin ku hemû nêrînên li ser şiîrê bi giştî di nav beşên van du pergalan îfade bikin. Ango huner an “îdeal” e an jî “lasayî, teqlîd” e. Bi ya yekê em digihên tecrîdê (razber), bi ya duyem em digihên teşhîsê (şênber).[10] Ricceur jî berevajî vê, fikirekê diavêje ortê û derdibire ku Poetîka “li ser peywendîya çalakîya şiîrî û azmûna demkî tiştekî nabêje” û îfade dike ku di eslê xwe de ew tiştê ku di Poetîkayê de wekî şiîrê tê qestkirin jî ne ya vegêranî lê şiîra trajîk e ku di nav beşa tekane hemûgirê ya mimesisê de wekî berevajîya dramê tê bikaranîn.[11]
Gerhard Genette, poetîkayê ne tenê wekî zevtkirin, tespîtkirin û îfadekirina ya reelê (heyî) herwiha wekî teorîya berhemên ne mewcûd lê dibe ku derkevin meydanê jî dinirxîne.[12]
Li gorî Hans Magnus Enzensberger poetîka du qadan werdigire nav xwe: ya yekem ku pêvajoya poetîkî, xebatên şexsî û keda şair bixwe, werdigire; weke şair, her tiştê ku helwesta wî ya li hemberî ya şiîr û şiîrîyê ye tîne zimên, di nav xwe de dihewîne. A duyem, poetîkayê wekî zanistê qebûl dike. Ev qada ku Enzensberg wekî “poetîkaya teorîk” bi nav kiriye, hêsa dike ku em bibînin bê helwesta afirînder ya di nava şair de werar dibe çawa teşe digire û talî çawa dibe berhem.[13]
Dema ku Victoria Holbrook jî li ser têgeha poetîkayê disekine xwe dispêre Abramî û balê dikişîne çar hêmanên çarçoveya vê têgehê. Ev; gerdûn (kaînat), berhem, nûser û xwîner in. Li gorî vê, berhem li navendê cih digire, nûser û xwîner di navbera berhemê (ku ew li navendê ye) û gerdûnê (ku ew hemûyan dipêçe) de navbeynkar in.[14]
Ku em werin ser dîmena poetîkayê ya di edebîyata tirkî de; Şerîf Aktaş li ser vê fikirê ye ku, zor e bê mirov rasterast bêje di edebîyata tirkî de peyva poetîkayê tê çi wateyê. Li gorî Aktaş, dibe ku poetîka wekî “bûna şiîrê” bê hizirîn.[15] Orhan Okay berepêş dike ku di tirkîya roja me (rojane) de, poetîka wekî kompozîsyoneke “hunera şiîrê” tê nirxandin, lêbelê poetîka, bi bikaranîna rojane ne hunera şiîrê bixwe lê teorîyên li ser hunera şiîrê ye.[16] Şemseddin Sâmi jî di Kamus-i Fransevî de wateya “femn-i şiir, ilmi-i aruz” daye poetîkayê.[17]
Ligel ku Orhan Okay poetîkayê wekî şaxeke zanistê pênase dike jî dibêje ew ne zanisteke erênî ye û bi hêlên wê yî ku nêzî estetîkê dibin ji zanistekê bêtir wekî pergalekê dinirxîne ku ew dikeve nav qadên felsefeyê. Çawa ku her tişt ji felsefeyê veqetîyabe û di nav sedsalan de bûbe zanist, poetîka jî di vê rêyê de ye lê hê jî ne zanistek e.[18]
Di lêkolînên akademîk de ku li ser poetîkaya heyama dawî hatine kirin, ev têgeh di bin navê “Şiîrnasîya edebî”yê (Yazınsal Şiirbilim) de, ji nûve hatîye nirxandin.[19] Ev zanista ku teşeyeke nû ya retorîkê (rewanbêjî) ye û wekî “rabêj li ser rabêjê” hatîye diyarkirin bi hemwateya nivîsnasîyê ve tê nirxandin.[20] Li gorî feraseta vê têgeha ku Todorov wê kemilandiye, poetîka ne tenê li şiîrê, bi giştî li risteyên* (betik) edebî tê sepandin.[21]
Süheyla Bayrav, dema ku poetîkayê pênase dike wê tenê bi şiîrê sînordar nake. Raza (nihênîya) ku ji berhema Arîsto re “poetîka” tê gotin xwe li vir nîşan dide. Lewre, wî xwestîye ku ne tenê ên şiîrê, qeyd û bendên hemû berhemên edebîyatê di pirtûka xwe de berhev bike.[22] Bayravê, şiîr, çîrok, roman, wêne, şano û hwd cureyên estetîkê bi “vegêran”ê (anlatılış), mijara ku di van cureyan de li ser tê sekinîn bi “ya tê vegêran”ê (anlatılan) û erka hunermend jî bi “vegêranî”yê (anlatış) wesifandîye. Wê çaxê di destê me de “vegêran” heye. Hew em dikarin wê bişayesînin. Mijara Poetîkayê jî şayesandina “ vegêran”ê û berhevkirin û rêzkirina usûlan e ku “vegêranî” wan bi kar tîne. Bi heman awayî Bayravê tîne ziman ku her cure û mînakên hunerên edebîyatê, hunerên deng û wateyê di nav mijarên zanista “poetîka”yê de ne.[23]
Hakan Sazyek, Poetîkayê ji rêbazeke vekolînê ya ku ew berhemên bi cure û şêweyên cihêreng li ser hunera şiîrê hatine nivîsîn, rave, şîrove û şerh dike wêdetir wekî dîsîplenekê pênase dike ku ew li ser hemû meseleyên di derbarê şiîrê de disekine.[24] Li gorî Sazyek, çawa ku xwedîyê xeyalan şair bixwe ye divê yê ku meseleyên derheqê şiîrê derxîne meydanê dîsa şair bixwe be. Ji bo, deqa ku şiîrê ji hêla sazûmanîyê ve dinirxîne wesfeke poetîk bi dest bixe şertê yekem ew e ku ji hêla şairekî/ê ve hatibe nivîsîn. Ev jî rûyê takekesîyê (ferdîtî) derdixe pêş ku ew taybetîyeke bingehîn a poetîkayê ye. Ji bo vê, divê nêrînên ji alîyê rexnegir û akademîsyenan ve hatine diyarkirin ne di nava poetîkayê dê lê di nav qadên rexneyê de bimînin.[25]
Wexta em li çavkanîyên ansîklopedîk ên di derbarê poetîkayê de ne dinêrin, em dibînin ku ev peyv bi giştî wekî “agahîya şiîrê” hatîye pênasekirin. Di Ana Britannicayê de poetîka wiha cih girtîye; “wateya wê ya di zimên de, ew hunera vegêranîya tîr û awarte ya hest, raman an jî bûyerekê ye ku ji hêmanên deng û ahengê sûd hatîye wergirtin.[26] Li gorî Berker Vardar jî; “Poetîka, ew şax e ku hem keresteyê (özdek) hem jî çêkirin û pêkanîna berheman vedikole ku navbeynakarê wan ziman e. Poetîka, hem şiîrê hem jî ew berhemên ku bi wesfê pexşanê ne, bê ka çawa zimên derdixîne pêş û rêbazên ku bi vê armanca hatine bikaranîn vedikole.[27]
Heta vir, ji pênaseyên jor ku li ser poetîkayê hatine kirin, em dikarin werin ser vê fikirê ku; poetîka di derdora du qadan de werar dibe. Ji wan yek hunera teknîkî ye, ya din jî felsefeya edebî ye. Berî her tiştî poetîka bi pêkhatina (struktûr) şiîrê û bi şêweya neqişandina wê ve mijûl dibe. Lê dema ku ji hêla felsefeyê ve lê bê nêrîn, tê dîtin ku estetîk derdikeve pêş.
Ji Teza Doktorayê ya Abdulkadir Erkal / Erzurum 2009
Ev werger wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.
[1] İsmail Çetişli, Metin Tahlillerine Giriş I -Şiir-, Akçağ Yayınları, ankara, 2004, s.79.
[2] Necdet Sumer, “Poetika Klasik Çağ”, Şiir ve Şiir Kuramı Üzerine Söylemler, Düzlem Yayınları, İstanbul 1996, s36
[3] Alattin Karaca, İkinci Yeni Poetikası, Hece Yayınları, Ankara 2005, s. 31.
[4] Aristo, A.g.e., s. 16-17.
[5] Paul Ricceur, Zaman ve Anlatı: Bir Zaman Olayörgüsü Üçlü Mimemis, Marama Üniversitesi SBE Yüksek Lisans Tezi, İstanbul 2001, s. 19.
[6] Ayşe Demirkaynak, İbn Sinâ’nın Poetikası Üzerine Bir İnceleme, Marmara Üniversitesi SBE Yüksek Lisans Tezi, İstanbul 2001, s.19.
[7] Ahmet Sarı, Türk ve Alman Poetikasının Kitabı, Salkımsöğüt Yayınevi, Erzurum 2006, s.13.
[8] Tzvetan Todorov, Poetikaya Giriş, (çev. Kaya Şahin), Metis Eleştiri, İstanbul 2001, s.18-19.
[9] M. Orhan Okay, Poetika Dersleri, Hece Yayınları, Ankara 2005, s.20.
[10] M. Orhan Okay, A.g.e., s.20.
[11] Paul Ricceur, A.g.e., s.72.
[12] Ahmet Sarı, A.g.e., s.15.
[13] Ahmet Sarı, A.g.e., s.16.
[14] Victoria R. Holbrook, Aşkın Okunmaz Kıyıları, İletişim Yay., İstanbul 1998, s.17.
[15] Şerif Aktaş, Edebiyat Teorileri, -Poetika Böülümü-, Basılmamış Ders Notları, s.1.
[16] M. Orhan Okay, A.g.e., s.18.
[17] M. Orhan Okay, A.g.e., s.21.
[18] M. Orhan Akay, A.g.e., s.19.
[19] Ji bo vê mijarê bnr. Mehmet Yalçın, Şiirin Ortak Paydası: Şiirbilime giriş, CÜY, Sivas 1991, s.18.
[20] Mehmet Yalçın, A.g.e., s.18.
*Li vir, Todorov têgeha risteyê (betik) wekî “ristina peyvan ya diyarkirî, rêzkirina ku em dikarin bi nav bikin û bişayesînin” îfade dike.
[21] Mehmet Yalçın, A.g.e., s.62.
[22] Süheyla Bayrav, Filolojinin Oluşumu, Multilingual Yayınları, İstanbul 1998, s.179.
[23] Süheyla Bayrav, A.g.e., s.183.
[24] Hakan Sazyek, “Poetika Kavramı ve Yeni Türk Edebiyatında Manzum Poetik Önsözler”, Türk Dili, Sayı 577, s.10
[25] Hakan Sazyek, A.g.m., s.11.
[26] Temel Britannica, Ara Yay., C.16, İstanbul 1193, s.270.
[27] Berke Vardar, Açıklamalı Dilbilim Terimleri Sözlüğü, ABC Kitabevi, İstanbul 1998, s.230-31.
1. Poetîka û Şiîr