Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Rewşan Çeliker - Bavêm

Dema bavê min hîn sax bû
Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû
Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in
Bê ax û qad û bê mal in

Ka metên me, pismamên me
Ka rez û dehl û darên me
Radimûsim herdû destên te
Qey tune bû sêv û gêlasên me

Bavê min got wer keçkoka min
Ez kalekî heftê û heşt sal im
Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal

Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar

Min got bavo qet neçûme welat
Nedîtime qet berfa sibat
Şevên dirêj, çîrokên civat
Nelîstim pêncok û xar û kaf

Ber derê xelqê weke xerîb
Bê dost û yar û bê hebîb
Rojek bê tirs û bê pirsan
Nebûm mêvana ap û xalan

Destê min girt, xist destên xwe
Got yê koçber , feqir û jar e
Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal

Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar

Gotin û Muzîk: Rewşan Çelîker

Ev der cihê îmzeyê ye, lê em dikarin ji bo reklamê jî bi kar bînin; heger tu bixwazî bibî sponsora/ê xudresteyê jkx peyamekê bişîne: [email protected]