Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: AAdem TepeAdem Tepe - Bejna Yarê
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Adem Tepe - Bejna Yarê

Bejna yara min demek ji biharê
Bi sosin û beybûn heyva adarê
Destûr bide min yara delalê
Ez ê lê bikim kêf û seyranê

Yarê lê delalê lê
Can ê lê canan ê lê
Şevê tu xewna min lê
Sebra dilêm were lê

Sîngê yara min gul û gulîstan
Her dem bihare nabe zivistan
Ji te hez dikim ji dil û hestan
Li ser te dinivîsim evan helbestan

(Dîsgotin)

Gotin: Abdullah Yavuz
Muzîk: Adem Tepe