Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: AAdem TepeAdem Tepe - Ez im
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Adem Tepe - Ez im

Çi evînek pir giran e
Pey te halê'm wêran e
Gava ez te nebînim
Nava dilê min talan e

Ez im sitranek bê saz im
Ez im helbestek bê nav im
Dixwazim bi te re kal bim
Ez ji te re tu ji min re lazım

Lê de were ez bê te me
Çi bikim aşqê te me
Hêsirê çavan tê bêriya min
Weke wan mixtacê te me

Ez im sitranek bê saz im
Ez im helbestek bê nav im
Dixwazim bi te re kal bim
Ez ji te re tu ji min re lazim.