Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: AArmancArmanc - Perîşan
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Armanc - Perîşan

Dijmin em birin zor li me kirin.
Em jî nezan bûn ser wek kevirin.
Em
wenda kirin kirin tar û mar

Welat ji me girtin em kirin neyar

Em dan girêdan oy oy bi qeyd û zincîr

Em bûn perîşan bê zar û ziman
Rez û baxên me tev bê xwedî man
Lê me bi dest ê xwe heqê xwe berda bira
Me dil tijî kir ji van kul û derda

Wana bira man em kirin perîşan

Dilê
min bese bêje kî guh dide te.

Tevde bûne xwîn cerg û dilê te
Pir ciwan me da lê ne tu tenê ye
Qeyd û zincîr avêtine sutûwê me
Ez dikim qêrîn oy oy êdî em rabin

Vaye êdî rabûn rûpelekî nû
Jiyanekî bi wate tê afirandin
Destana derwêşê Evdî ji nû ve tê şîrovekirin bira
De binêrin îro keç û xortên me bi yek armanc û bi yek
Helwestî li ser çiyayên Kurdîstanê ne
Wana bira man, em bûne feqîr

Helbest Xwendin: Beyto Can
Gotin, Helbest û Muzîk: Armanc