Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Aslîka Qadir - Welatê Me Kurdistan e

Welatê me Kurdistane
Cîh meskenê me Kurdane
Wetan me re reh û cane
Milet hemû birane

Cîh meskenê me Kurdane
Temam baxe û bustane
Wetan gule gulistane
Milet hemû birane

Welatê me pirr şîrîne
Mêrg û çîman û zevîne
Qîz bûkê wê tev cindîne
Eslê xwe de horîne

Kurdistana me zeynete
Cim'eta wî pir hirmete
Temam qedre û qîmete
Welatê me cinnete

Çavkanî: Zerduşt Arbîl
*Ji Radyoya Êrîvanê