Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Aynur - Dil ji min bir

Şox û şengê zuhrerengê

Dil ji min bir, dil ji min

Awirên heybetpilingê

Dil ji min bir, dil ji min

Wê şepalê misk î xalê

Dêmdurrê gerdanşemalê

Cebheta biskan sema lê

Dil ji min bir, dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan

Wan ji min bir dil bi talan

Goşê qewsê hîlalan

Dil ji min bir, dil ji min

Gotin: Melayê Cizîrî Mûzîk: Aynur