Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: BBajarBajar - Ey Heval
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Bajar - Ey Heval

ey heval
bihuşta rengîn xuya dibe
diçûrise diçûrise
binêre
robara bihuştê pêl dide
silavekê bide ey heval
ey heval
dewsa robara bihuştê
veqetîne ji dojehê
pê masîyên keve
ewna rê dizanin
ajnê ke bi wan re
aha bihuşta me
reng bi reng
ey heval
dîtin
xeyal kirin...
ne mîna hev in
ev rast e
wext hatiye
ajnê kin ava heyatê de
bi kêfxweşî û bê zehmetî
de were...