Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: BBajarBajar - Me Çi Kir
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Bajar - Me Çi Kir

ha li me çi kir wî li me çi kir
lawino baranê li me çi kir
îniyê lêkir şemiyê vekir
eceb dinya xirab nekir
ha li hewayê wî li hewayê!
konê evdalo li hewayê
qeyd û benda girêdaye
bavê bukê xweş axa ye
ha bi dereng e wî bi dereng e!
bavê bukê! li me dereng e
pêşiya siwara çû bi heft reng e
bavê bukê nema reng e