Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: BBedilBedil - Naz Gûl
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Bedil - Naz Gûl

Kanîya gundê me li qerêçe
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Şênîya gundê me li qerêçe
Şing şing şinga nexş û benda
Kesê yara wî kurmance
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Kesê dosta wî kurmance
Şing şing şinga nexş û benda
Çend sal bi emrê xwe î xilaze
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Çend sal bi emrê xwe î xilaze
Şing şing şinga nexş û benda

Kanîya gundê me bi luleye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Şênîya gundê me bi luleye
Şing şing şinga nexş û benda
Kesê Yara wî xwendeye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Kesê çêya wî xwendeye
Şing şing şinga nexş û benda
Çend sal bi emrê xwe î zêdeye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Çend sal ji emrê wî zêdeye
Şing şing şinga nexş û benda

Kanîya gundê me sipîye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Şênîya gundê me sipîye
Şing şing şinga nexş û benda
Kesê Yara wî Êzdî ye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Kesê çêya wî Êzdî ye
Şing şing şinga nexş û benda
Çend sal ji felekê dizîye
Naz Gûl Naz Gûl Naz Gûlîzer
Çend sal ji felekê dizîye
Şing şing şinga nexş û benda