Çima Forûm?
Jêgirtin ji Xelîl di 30/09/2022, 18:19 deSilav (erê aniha ez bi tena serê xwe li van deran im lê dê rojekê hinek bersivê bidin 🙂 )
Min ev pirs ji xwe re kir da ku ez xwe qanih bikim, bi avakirina vê forûmê ez tiştekî rast û lirê dikim.
Azmûnên kurdên înternetnas bi forûman heye, çêbûye lê piranîya wan forûman li ser bingehên sîyasî û polîtîk ava bûbûn. Lewre her forûmek di bin hikmê hêleke hişk de bû û di bazineyeke teng de mijar dihatin û diçûn. Lê problema ji vêya giringtir ev e ku zimanê forûman bi tirkî bû. Pir kêm bi kurdî dihat nivîsîn.
Piştî ku teknolojîya dewleta Türkiyeyê hat heta astekê -edî dikaribû di înternetê de malperan asteng bike- hema bêje malperên kurdan hemû hatin astengkirin. Bakurê Kurdistanê gelekî zehmetî dkişand ku xwe bigihînin wan malperan. Lê Facebook çalak bû û piştre jî Twitter hat meydanê. Lêbelê kêmbikaranina kurdî berdewam bû.
Wextekî, ferhengên mîna eksisozluk.comê hatin avakirin. zirtferheng.com a ewilî bû lê ne tenê bi kurdî bû, hem bi kurdî hem bi tirkî bû. Hevdem ferhenga bijwen jî çalak bû, ew jî duzimanî bû. Piştre ferhenga ewilî ya xwerû kurdî ferhengamed.com ava bû, maweyekê çalak ma. (dibe ku rêza wan şaş tê bîra min)
Herî dawî tirsik.net ava bû û hê jî zindî ye. Bi kurtasî serpêhatîya platformên înteraktîf ên kurdî wiha ye. (ya ku ez dizanim, heval dikarin agahiyên berfireh bidin, ku haya wan jê hebe)
Îcarê, min got ez vê kêmasîyê temam bikim, forûm dê hêdî hêdî bi wext bikemile...
Hevalên bala wan li ser tiştekî taybet e, heger bixwazin em dikarin ji wan re beşeke forûmê terxan bikin da ku bi kurdî mijara xwe geş bikin.
Niha ev e, yên kêm ku bê bîra min ez ê lê zêde bikim.
Spas.
Silav (erê aniha ez bi tena serê xwe li van deran im lê dê rojekê hinek bersivê bidin 🙂 )

Jêgirtin ji Kesek di 26/09/2023, 00:19 deMerheba.
Min carekê berî 1,5 heyv, carekê berî 1 heyv û cara talî berî 2 heftiyan poste ji e-posta malperê re şandibû lê ti deng derneket ti cewab nehat. Ji ber ko problema ko min dixwest bêjim dikir ko însan nikaribê hesabê xwe çalak bikê min nikarîbû tiştekî jî bikim.
Min îro karîbû hesabekî vekim lê ez dixwazim zanibim @Xelîl, ev problem bi timametî hatiye safîkirin? Çawa em karin zanibin ko heke problemên wilo dîse çêbin em ê karibin postê ji rêveberiya malperê re bişînin? Tiştekî muhîm e ko heke yek e-posta xwe şanî bikê, yek cewabê jî bidê postên ko ji yekî re tên.
Merheba.

Jêgirtin ji Xelîl di 28/09/2023, 14:45 deSilav Kesek, raste di pergala qeydîyê ya malperê de problemek hebû, ez hinekî dereng pê hesiyam û ji ber hin karûbarên xwe ez înternetê dûr ketim, lewma derfet tune bû ku ez sererast bikim. Mixabin, ev peyamên ku te şandin jî negihane min.
Belê, dibêm qey êdî dê di qeydiyê de problem dernekeve lê ez ê careke din jî kontrol bikim bê ka xeletiyek heye an an, û ez ê navnîşana eposteyekê jî li jêra malperê binivîsim da ku heger problemek derket, mêvan karibin agahî bidin min.
Gelekî spas dikim, bibore ji ber ku min dereng bersiv da. Ji îro pê ve pirsgirêka min e înternetê namîne, ez ê her roj kontrol bikim.
Silav Kesek, raste di pergala qeydîyê ya malperê de problemek hebû, ez hinekî dereng pê hesiyam û ji ber hin karûbarên xwe ez înternetê dûr ketim, lewma derfet tune bû ku ez sererast bikim. Mixabin, ev peyamên ku te şandin jî negihane min.
Belê, dibêm qey êdî dê di qeydiyê de problem dernekeve lê ez ê careke din jî kontrol bikim bê ka xeletiyek heye an an, û ez ê navnîşana eposteyekê jî li jêra malperê binivîsim da ku heger problemek derket, mêvan karibin agahî bidin min.
Gelekî spas dikim, bibore ji ber ku min dereng bersiv da. Ji îro pê ve pirsgirêka min e înternetê namîne, ez ê her roj kontrol bikim.
Jêgirtin ji Kesek di 30/09/2023, 14:56 deBaş e tiştek nabê. Lê min jixwe tam ji wê adresê re şiyandibû, ka meyzêne belkî e-posta te xirabe ye. Belkî jî postên min çûne "spam"ê.
Baş e tiştek nabê. Lê min jixwe tam ji wê adresê re şiyandibû, ka meyzêne belkî e-posta te xirabe ye. Belkî jî postên min çûne "spam"ê.
Jêgirtin ji Xelîl di 30/09/2023, 15:51 demin ev poste beralî (forward) eposteya xwe ya gmailê kiribû, peyam dihatin gmaila min lê piştî ku xeletî çêbûbû qet peyam nehatine, aniha min kontrol kir, ji eposteyên din peyam tên.
min ev poste beralî (forward) eposteya xwe ya gmailê kiribû, peyam dihatin gmaila min lê piştî ku xeletî çêbûbû qet peyam nehatine, aniha min kontrol kir, ji eposteyên din peyam tên.