Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Derbarê Mirina Zimên de - Ferdinand de Saussure

Ziman bi rêya siruştî û bi ecelê xwe nikare bimire; tenê bi mirineke ku ji encama zordariyê tê, dikare ji holê rabe. Rêya tekane ya ji holê rakirina wî, bi zorê bidawîkirina hebûna wî ye, bi sedemeke ku bi tevahî ji şiyana-zimên dûr e. Yanî wek mînak, bi qirkirina tevahiya gelê ku wî zimanî diaxive - wek ku di demeke nêzîk de dê were serê zimanên çermsorên Amerîkaya Bakur. An jî bi sepandina zimanekî nû yê ku aîdî nijadeke bihêztir e; bi giştî ne tenê desthilatdariya siyasî, herwiha pêşketineke şaristanî jî pêwîst e: piranî caran bi Dibistan, Dêr, Dewletê... û pêwîstiya hebûna zimanekî nivîskî yê ku di her rêya jiyana giştî û taybet de tê ferzkirin. Ev e rewşa ku di dîrokê de bi sedan caran dubare bûye. Ev e rewşa zimanê Galî ku ji aliyê Latînî ve ji text hatiye xistin li Galyayê, ya reşikên Haîtiyê yên ku bi Fransî diaxivin, ya cotkarên Misrî yên ku bi Erebî diaxivin; ev e rewşa Cenevreyî ku ne bi zimanê xwe yê berê ku berî çend sedsalan pê diaxivî lê bi devoka Île de France diaxive. Lê ev ne sedemên zimanî ne. Tu caran zimanek ji ber westîna/qedîna navxweyî, bi temamkirina temenê xwe yê ku jê re hatiye birîn, nemiriye. Ziman bi serê xwe nemir e, yanî tu sedem tune ku ji ber sedemeke ku têkildarî pergala vî zimanî ye, veguhestina wî bi dawî bibe (Saussure, 2021: 156).

Çavkanî: Saussure, F. (2021). Genel Dilbilim Yazıları. (Çev. Savaş Kılıç). İstanbul: İthaki Yayınları.