Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: EEmerxanEmerxan - Nergîz im
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Emerxan - Nergîz im

Ji bo gul û nergîzên doza min
Gul û nergîzên me
Zîlan û Delîla yên me
Bi rih û canê xwe
Piştgirî dane doza me
Girînge ku ew kulîlkên azadiyê
Tu car neçin ji bîra me

Nergîz im nergîza we
Ser çol û çiya ma me

Dilê min bû behra Wanê
Çem û kanî tev av danê
Li Haranê Dîcle û Firat
Ew xemla Kurdistanê

Nergîz im nergîza we
Ser çol û çiya ma me

Nergîza ser çiya me
Ber berf û baranê me
Şax û geliyê welatê xwe
Li hêviya egita me
Nergîz im nergîza we
Ser çol û çiya ma me