Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Fîkrî Kutlay - Pasiflora Kurdî

Çendek e kêfa’m tune ye
Ca ware bibe dermanê min
Nav pelên dilê xwe de
Zuha bike birînên min

Carek nebû du caran
Dîsa nebû hezar caran
Heya ev dila ter be
Veneşêre xweş hinaran

Rûyê’m sor e çi bêjim
Şîret meke ker û gêj im
Dizanim qewlê mirinê
Çi bikim qey xwe bikujim

Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay