Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: HHemê HecîHemê Hecî - Leyla
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hemê Hecî - Leyla

Bejna zirav bilind e çavê belek çi rind e
Dev û lêvê şekirê min re bû xem û derd e
Leyla leyla layla leyla
Leyla leyla

Ez xort im ez tenê me gir û darê eşqê me
Natirsim bab û berê te ne ez Hemê Hecî me
Leyla leyla layla leyla
Leyla leyla

Sazbend im ez bêwar im bi şev bi roj dinalim
Ber hisn û cemala te pir digirîm dîn û jar im
Leyla leyla layla leyla
Leyla leyla