Home Forums GOTINÊN STRANAN K Kawa Hozan Kawa – Zerya Min

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #30239
    Xelîl
    Keymaster

    Wexta Zerya min nişan kirin
    Derê birîna min vekirin
    Birîn tijî xwê dikirin
    Derman çare lê nekirin

    Derdê dila wê çawa be
    Dilkafir e ray lê nabe
    Eşqa dila betal nabe
    Gelo halê me wê çawa be

    Çi kanîke wê qiçqijî
    Cotê kewa lê xaricî
    Xwezla min li wî xortî bûya
    Ew bi dilê xwe zewicî

    Wexta Zerya min nişan kirin
    Derê birîna min vekirin
    Birîn tijî xwê dikirin
    Derman çare lê nekirin

    Gotin: Kurdekî Ermenistanê
    Muzîk: Gelerî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor