Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hunergeha Welat - Felaket im

Kuro Tirko baş bizane

Sûra Amed im, kevirê qaldirme me
Şahê şeran birîndar im
Birîndarê kerba giran im
Kewê ribat im, hogê mêran im

Ji jinan keça Sitî me
Xweya Xelîta Zîvî me
Kujera gurê boz im

Tola sor a Sara me
Hilma pêta Zîlan im
Felaket im yeman im

Şapa Zapê me
Tunehêla Serêkaniyê me
Ez ê li mala te bikim dojeh û qeyran e

Yeman im

*Stranbêj: Xalid Dêrik
*Awaz: Mehmûd Berazî
*Gotin: Şêro Hindê, Brahîm Feqe
*Hunergeha Welat, Komîna Film a Rojava
2019