Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Îbrahîm Şiyar - Megrî Dilêm

'Emir hatî bûye pêncî
Lolo dilo tu ciwan î
Tu ji bedena'm çi dixwazî
Ez çi bikim nabî razî

wey tu disa mayî bi tenê
Megrî dilê'm êdî bes e
Megrî çavê'm êdî bes e
Megrî rihê'm êdî bes e

Ku de terî li pey te me
Lolo dilo tu ciwan î
Tu ji rihê min çi dixwazî
Ji destê te dikim gazin

wey tu disa mayî bi tenê
Megrî dilê'm êdî bes e
Megrî çavê'm êdî bes e
Megrî rihê'm êdî bes e

Ez girtiyê destê te me
Lolo dilo tu ciwan î.
Ez êsîrê destê te me
Lolo dilo tu ciwan î.
Tu ji jiyana'm çi dixwazî
Ji destê te dikim gazin
Di mezel de bibî razî

wey tu disa mayî bi tenê
Megrî dilê'm êdî bes e
Megrî çavê'm êdî bes e
Megrî rihê'm êdî bes e