Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Koma Mezrabotan - Min Biqelînin bi Agirê Bizot

Hîn agirê Helebçê sar nebû
Neyar dixwazin her derê Kurdistanê
Bikin wek Şirnexê
Agir pêxin bişewitînin

Lê şervanên rojên sor
Şer dikin dor bi dor
Hûn bawer bikin bi kedkaran
Wê ava bibe rojên sor

Gelê Kurd bibin gel bira bin
Daxwaziya wan ew e ku serbixwe bin
Dîroka reş biqede
Wek bira li cem hevdu bijîn
Dîroka reş biqede
Wek bira li cem hevdu bijîn

Min biqelînin bi agirê bizot
Û min belav kin li ser axa welat
Ez şehîdê şoreşê me namirim

Jîn dibim ji nû va li dijî xwînxwaran

Hevalê pêşmerge serê çiya me
Rêberê partîzana
Xof û tirsa neyara me
Ez namirim namirim

Heta negihêje hevdu çar parçe
Êrîş kin xebatkar û karkerno
Ji bo xelasbûna gelê bindest

Min biqelînin bi agirê bizot
Û min belav kin li ser axa welat
Ez şehîdê şoreşê me namirim

Jîn dibim ji nû va li dijî xwînxwaran