Hîn agirê Helebçê sar nebû Neyar dixwazin her derê Kurdistanê Bikin wek Şirnexê Agir pêxin bişewitînin
Lê şervanên rojên sor Şer dikin dor bi dor Hûn bawer bikin bi kedkaran Wê ava bibe rojên sor
Gelê Kurd bibin gel bira bin Daxwaziya wan ew e ku serbixwe bin Dîroka reş biqede Wek bira li cem hevdu bijîn Dîroka reş biqede Wek bira li cem hevdu bijîn
Min biqelînin bi agirê bizot Û min belav kin li ser axa welat Ez şehîdê şoreşê me namirim
Jîn dibim ji nû va li dijî xwînxwaran
Hevalê pêşmerge serê çiya me Rêberê partîzana Xof û tirsa neyara me Ez namirim namirim
Heta negihêje hevdu çar parçe Êrîş kin xebatkar û karkerno Ji bo xelasbûna gelê bindest
Min biqelînin bi agirê bizot Û min belav kin li ser axa welat Ez şehîdê şoreşê me namirim