Home Forums GOTINÊN STRANAN K Koma Pêşeng Koma Pêşeng – Were Gulîcanê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #30465
    Xelîl
    Keymaster

    Were Gulîcanê, ez li hêvya te me
    Tu veke sînga min, tev derd û elem e
    Limin ferman rabû, va dîsa rêwî me
    Were Gulîcanê, ez li hêvya te me

    Bilbil li ser darê, dike ax û fîgan
    Heyfa xwe pê tînim, bilbilko oy yeman
    Êdî teqet nema, di van çok û lingan
    Were Gulîcanê, ez li hêvya te me

    Nizam çawa bikim vê dem û dewranê
    Limin hesret kirye, malbat û xêzan e
    Biyanî pirr zor e, derdekî giran e
    Were Gulîcanê, ez li hêvya te me
    Gotin: Mistefa Gazî
    Muzîk: Pereng

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor