Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Kurd, Nîşê û Nêrîn - Vladimir Minorsky

Kurd - Vladimir MinorskyEv berhem di sala 2022yê de ji Weşanxaneya Avestayê hatiye çapkirin. Tosinê Reşîd ev berhem ji zimanê rûsî wergerandiye, Înan Eroglu jî edîtoriya berhemê kiriye. Berhem ji 69 rûpelan pêk hatiye.

Di malpera Avestayê de ji bo danasîna berhemê paragrafeke wiha heye:

Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala 1915an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin. Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna kurdan li herêmên cuda, dîrok, kevneşopî, çîn û şêwejiyana wan, ziman û zaravayên pê diaxivin, (dest)nivîs û berhemên wan ên wêjeyî, olên ku baweriyê pê tînin, xeysetên wan ên giştî, pirsgirêk û pêwendiyên wan bi miletên cîran re, rewşa jinên kurd û rewşa kurdan li Rûsyayê.

Di berhemê de derbarê kurdan de gelekî agahî û şiroveyên balkêş hene. Wextê min ev pirtûk xwend, min binê hin risteyan xêz kir. Ev risteyên ku bala min kişandin ev in:

Şiêra kurdan a nivîskî jî dewlemend e. Bê guman berhemên helbestvanên wan baştirîn nimûneyên şiêra misilmaniyê nînin. (r. 33)

 

Tiştek ronî ye ku wêjeya kurdî ya gelêrî ne mîna wê wehşîtiya bêşerm e ku van salên dawî di rojnameyan de bi navê sirûda kurdî belav dikin. (r. 33)

 

Jiyana kurdan, ya olî, pirteheriyeke ecêb e, li ser binaxa kurdeweriyê du olên gelekî balkêş peyda bûne. (r. 41)

 

Êzdî baweriya xwe bi kirasguherînê tînin, li ber çira û ronahiyê silav didin. Gelek tabûyên wan ên seyr hene; mafê wan tune xiyaran, şolikan, masiyan bixwin. Cilên rengê şîn li xwe bikin. (r. 42)

 

Hêja ye em baweriyeke qizilbaşên Tirkiyeyê ya gelek balkêş bi bîr bînin. Ew bawer dikin ku serbazê serketî, Elî, şûrê xwe yê nebînayî daye Rûsyayê, wê bi Înglistanê re tevayî ji Elî bawernameya kesk wergirtiye ku wê tirkan qir bikin. (r. 44)

 

Abovyan navê "Pehlewanên Rojhilatê" li kurdan kiriye. (r. 47)

 

Kurd gelekî sergerm in... (r. 54)

 

Ji bi nîşankirina xeysetê gelan, rewşa jinan gelekî balkêş e. Di vê pirsê de kurd bi rastî jî ji gelên misilman ên herî lîberal in. (r. 59)

 

Ger bêdewletî û bêqanûniya tirkan a niha dûr bixin, tu sebeb tune, ji bo çi kurd û ermen cînarên sedsalan di navbera xwe de nikarin modus vivendi (şêweyekî jiyana navîn) bisêwirînin, wekî heywanxwedîkirina kurdan, pîşesazî û kiştûkala ermeniyan tam bikira. (r. 63)