Mem Ararat - Li Ser Çavan
Jêgirtin ji Xelîl di 27/04/2025, 13:55 deDiniqute katjimêrek
Dadinisile li kefa destan
Tingîniya bendemayînê
Ditevizîne dengê newalanMeteloka perperîkê
Serpêhatîyek ji hazirîyan
Ji kerbê rêyan ji kerbê salan
Ka were zerî li ser her du çavanDengê qulingekê tê
Ji banên Mêrdînê
Bêhna berfê tîne ji zozanan
Xwedê zane te jî dil heye
Bibe tava li hembêza min
Ka were zerî li ser her du çavanDiniqute katjimêrek
Aş nabe dilê evîndar
Hiş bûye lê aş nebûye dil
Dike şivantîya hêvîyanÊvareke înê
Di destê min de qevdek nêrgiz
Min xwe daye devê rê
Bi hesreta wan çavanDe tu werî dîtina min
Dest werde li birîna min
Ji bo xatirê yek miletî û çar zimananGotin û Muzîk: Mem Ararat
https://www.youtube.com/watch?v=pA0u8CzIaMg
Diniqute katjimêrek
Dadinisile li kefa destan
Tingîniya bendemayînê
Ditevizîne dengê newalan
Meteloka perperîkê
Serpêhatîyek ji hazirîyan
Ji kerbê rêyan ji kerbê salan
Ka were zerî li ser her du çavan
Dengê qulingekê tê
Ji banên Mêrdînê
Bêhna berfê tîne ji zozanan
Xwedê zane te jî dil heye
Bibe tava li hembêza min
Ka were zerî li ser her du çavan
Diniqute katjimêrek
Aş nabe dilê evîndar
Hiş bûye lê aş nebûye dil
Dike şivantîya hêvîyan
Êvareke înê
Di destê min de qevdek nêrgiz
Min xwe daye devê rê
Bi hesreta wan çavan
De tu werî dîtina min
Dest werde li birîna min
Ji bo xatirê yek miletî û çar zimanan
Gotin û Muzîk: Mem Ararat