Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: RRodîRodî - Tazî
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Rodî - Tazî

Dinya destê dizane
Feqîrê min çi zane
Bê zar e bê ziman e
Halê wî perîşan e

Xem, xem, xem şevê xem
Rojê xem êvarê xem
Her dem û her gavê
Bes e ewqasana xem

Tazî hatim tazî çûm
Di nav çîroka xwe da
Tenê hatim, tenê bûm
Di nav dîroka te da

Îro yekê mehê ye
Çar û nivê şevê ye
Min di xewna xwe da dît
Gelê min azad bûye

Jiyan çi hîlebaz e
Çi rast e, çi ne rast e
Wekî her carekî din
Filîm qedya xilas e.