Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: TEKNOLOJÎSepanên Kurdî
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Sepanên Kurdî

Silav, dixwazim di bin banê vî sernavî de aplîkasyonên xwerû kurdî parve bikim. Em bizanin bê çiyê me heye 🙂 . Heval jî dikarin danasîna sepanên xwe yan jî sepanên ku bixwe bikar tînin li vir bikin.

TABUYA KURDî

Em ji "Tabuya Kurdî" destpê bikin. Lîstika Tabuyê ya klasîk bi kurdî ye. Min ceriband, xweş dixebite lê hê derfet nebû ku ez bi hevalan re bilîzim 🙂 Aniha tenê ji bo Androidan heye.

 tabuya-kurdi.webp

Meriv bêyî bêjeyên qedexe bêjeya sereke ji hevalên xwe rave dike da ku heval bêjeyê texmîn bikin/bizanin. Helbet di demeke diyar de. Kîjan kom bêtir bêjeyan pê derxe ew kom bi ser dikeve. Demxweş...

Lînka Google Play Storeê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.apokeskin.kurdishtabu

BÊJEVAN

Di vê sepanê de jî meriv bêjeyên kurdî (kurmancî) texmîn dike. Çawa texmîn dike? Sepan tîpên bêjeyan tevlîhev dike, cihên wan diguherîne û ji te dixwaze ku tu bêjeyê texmîn bikî. Ligel ku min ev sepan amade kirîye, carna bi deqeyan bêje nayê bîra min :). Min ji zû ve rojane nekirîye 🙁 heger derfet çêbibê ez ê bêjeyan lê zêde bikim.

Navnîşana sepanê ya Google Play Storeê: https://play.google.com/store/apps/details?id=net.halilakgul.bejevan

DENGÊ PIRTÛKAN 

Ev sepan pirtûkan tîne ser ekranên we, çi telefon çi tablet çi jî kompîtur, ferq nake, hûn dikarin curbicur pirtûkên kurdî hem bixwînin hem jî guhdarî bikin.

Hûn dikarin sepana ji bo Androidê ji vê navnîşanê daxînin:

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.ea.dengepirtukan

Ji bo iOSê jî lînk ev e:

https://apps.apple.com/tr/app/dengepirtukan/id1596561810

Çîrokên Kurdî

Bi vê sepanê meriv him dikare çîrokên kurmancî bixwîne him jî wan guhdar bike.

Ji bo Androidê hûn dikarin ji vir daxînin:

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.cirokenkurdi.cirokenkurdi&hl=tr&gl=US