Silav, dixwazim di bin banê vî sernavî de aplîkasyonên xwerû kurdî parve bikim. Em bizanin bê çiyê me heye 🙂 . Heval jî dikarin danasîna sepanên xwe yan jî sepanên ku bixwe bikar tînin li vir bikin.
TABUYA KURDî
Em ji “Tabuya Kurdî” destpê bikin. Lîstika Tabuyê ya klasîk bi kurdî ye. Min ceriband, xweş dixebite lê hê derfet nebû ku ez bi hevalan re bilîzim 🙂 Aniha tenê ji bo Androidan heye.
tabuya-kurdi.webp
Meriv bêyî bêjeyên qedexe bêjeya sereke ji hevalên xwe rave dike da ku heval bêjeyê texmîn bikin/bizanin. Helbet di demeke diyar de. Kîjan kom bêtir bêjeyan pê derxe ew kom bi ser dikeve. Demxweş…
Lînka Google Play Storeê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.apokeskin.kurdishtabu