Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: SSiya ŞevêSiya Şevê - Derew e
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Siya Şevê - Derew e

Jiyan çima ewqas zor e, nizanim
Nema hêz nema evîn,nikarim
Bide bide destê xwe bide
Mêze mêze çavê min mêze…

Lê lê şev derew e
Reş û sipî derew e
Tu xewn î, xewn derewe
Were min bixapîne

Lê lê çav derew e
Çav bi hêsir pa nabe
Dilê şikiya şa nabe
Şa bibe jî derew e

Lê lê hez derew e
Dest bi desta, bi hev e
Jor jêra jiyan wek hev e
Ew jî bila ji min wêda be

Lê lê al derew e
Ala ku bi ba hêl dibe
Sond li ser wê pir dibe
Sed rengî sed derew e

Gotin muzîk : SIYA ŞEVÊ