Zeynel Abidin Han - Hatî
Jêgirtin ji Xelîl di 27/04/2025, 17:06 deHatî...
Bi kenîyên germ û hêşîn
Vebibû derî
Mîna strana me dilerizîya
Mehraba dema kû berî tû werîHatî...
Min digot jibîr bikim,
Hevîyê biqetînim ji ramanên xwe
Min digot jibîr bikim...
Meşa biharê bû
Ramanên awis
Sewaneyên mê.
Û ez
Gûla çilmisî bêhn nekiribim jî
Dilê min bibarîya
Li ser dilê wê.Hatî...
Mîna ketina stêrka şevê
Gamzeyên te
Hîveke tazî danî
Li ser esmana dilê min.Hatî...
Rêwîyek bê pare û bê hevî bûm
Li stasyona gîyana mina qefilî
Li ber trenekî vala
Li çavên te gerîyamHatî...
Çûyînê min
Befir dibarînin li ser laşê min
Xwezî nehatîbayî
Hatî...
Bi kenîyên germ û hêşîn
Vebibû derî
Mîna strana me dilerizîya
Mehraba dema kû berî tû werî
Hatî...
Min digot jibîr bikim,
Hevîyê biqetînim ji ramanên xwe
Min digot jibîr bikim...
Meşa biharê bû
Ramanên awis
Sewaneyên mê.
Û ez
Gûla çilmisî bêhn nekiribim jî
Dilê min bibarîya
Li ser dilê wê.
Hatî...
Mîna ketina stêrka şevê
Gamzeyên te
Hîveke tazî danî
Li ser esmana dilê min.
Hatî...
Rêwîyek bê pare û bê hevî bûm
Li stasyona gîyana mina qefilî
Li ber trenekî vala
Li çavên te gerîyam
Hatî...
Çûyînê min
Befir dibarînin li ser laşê min
Xwezî nehatîbayî