Home Forums GOTINÊN STRANAN A Adem Tepe Adem Tepe – Desmala Min

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #24580
    Xelîl
    Keymaster

    Desmala min şarka şîn e
    Lawik hatîye min bibîne
    Wê desmalê ji te ra tînim
    Bejn û bala te bibînim

    Ha kuro lawo de kuro lawo
    De zû were min bibîne

    Desmala min şarka zer e
    Lawik hatiye xwe da ber e
    De kerem ke were derê keçê canê
    Desmalê tînim ji te re
    Desmalê bînim ji te re

    Ha kuro cano de kuro cano
    De zû were min bibîne

    Desmala min şarka sor e
    Çi digerî li derdor e
    Desmala zer şîn û sor e
    Ev evînî gelek zor e

    Ha kuro lawo de kuro cano
    De zû were min bibîne

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor