Home Forums GOTINÊN STRANAN A Alan Cemal Alan Cemal – Dû Dil

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #24669
    Xelîl
    Keymaster

    Kes tê nage le hawarim
    Le azarî şewî tarim
    Kesêk nazanê bo egrîm
    Yan bo ewende bêzarim

    Lay kes nîye çarî derdim
    Şor û lawaz û reng zerdim
    Kes nazanê bo çî boş û
    Firmêsk û henase serdim

    Ezanim ke heley xome
    Xemî û xemî to me
    Ne ewim pê le yad ekrê
    Û ne dest berdarî to me

    Raste ew roşt û cêy hiştim
    Fêrmêskî zorî pê rêştim
    Belam çî bikem çî le dil kem
    Ke nawê le yadî kem

    Hes dekem dil bes toy biwê
    Rû le çwê key be diwat kewê
    Belko le baweşî nermi
    Bo satê xewim lê kewê

    Hes ekem lay min bî neroy
    Çî dî xemî dûrîm nexoy
    Pir be deng hawar kem bilêm
    Tenha xoşewîtî min toy

    Hes dekem dil bes toy biwê
    Rû le çwê key be diwat kewê
    Belko le baweşî nermi
    Bo satê xewim lê kewê

    Hes ekem lay min bî neroy
    Çî dî xemî dûrîm nexoy
    Pir be deng hawar kem bilêm
    Tenha xoşewîtî min toy

    Çon bitwanim ew le yad kem
    Dilim tenha be to xoşkem
    Xwaye penahê bo to
    Çî lem dile şêtem bikem

    Zor be azare û heste
    Min dilim le nawyan ceste
    Du dilî pir le ah û jeng
    Tênagem kameyan raste

    Hes dekem dil bes toy biwê
    Rû le çwê key be diwat kewê
    Belko le baweşî nermi
    Bo satê xewim lê kewê

    Hes ekem lay min bî neroy
    Çî dî xemî dûrîm nexoy
    Pir be deng hawar kem bilêm
    Tenha xoşewîtî min toy

    Kes tê nage le hawarim
    Le azarî şewî tarim
    Kesêk nazanê bo egrîm
    Yan bo ewende bêzarim

    Lay kes nîye çarî derdim
    Şor û lawaz û reng zerdim
    Kes nazanê bo çî boş û
    Firmêsk û henase serdim

    Kes tê nage le hawarim
    Le azarî şewî tarim
    Kesêk nazanê bo egrîm
    Yan bo ewende bêzari

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor