Home Forums GOTINÊN STRANAN A Aram Tîgran Aram Tîgran – Sergovendê Milanî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #24894
    Xelîl
    Keymaster

    Sergovendê milanî
    Lawno lêxin xirpanî
    Tu rih î, rih î can î
    Te zû kêfa min anî

    Govend mala bava ye
    Serê govend zava ye
    Govend heqê zava ye
    Ev qa qelen tê de ye

    Govendê lemelem e
    Kirasê bûkê Felem e
    Zava gelek bêxem e
    Bûk êvarê li cem e

    Çi govendek bideng e
    Kirasê bûkê heftreng e
    Bûkê derxin dereng e
    Bîna zavê zaf teng e

    Çûme govendê carek
    Hatim dîlanê carek
    Min hine anî barek
    Bûk li zavê bimbarek

    Gotin: Dîkran Melîkyan
    Muzîk: Aram Dîkran

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor