Home Forums GOTINÊN STRANAN A Armanc Armanc – Em Hene

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25004
    Xelîl
    Keymaster

    Ey ewrên ku reş û tarî êdî şewqa xwe ji me re veke
    Em xwedî mafin mirovin bi hêvî û semiyan in
    Çerxa felek li me zivirî ketine nav şîn û girî.
    Lê keç û xortên me rabûn rûyê te yî reş diçirîn

    Dîroka qenc ji me dûr ket lê şopên me her zêrîn bû
    Rûyê aso û asîman li hember wê bêdeng dibû
    Çi xumxum û keferatin dihejin ji ber lingê me
    Hersî rengê me gîhan hev serkeftine ji bo gelê me.

    Her salek ku sed û yek be em tucar bernadin dozê
    Şoreşger awir bi xençerin azadî ji bo me her sozê
    Bindestî ne barê me ye rakin zorderya sedsala
    Heger ceng be fermo werin ger aşitî bê em hene

    Gotin û muzîk. Armanc

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor