Home Forums GOTINÊN STRANAN A Armanc Armanc – Newroz

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25006
    Xelîl
    Keymaster

    Adar e adar e ev heyv ev newroza meye
    Xweş cejn û sersal e belê ev dîlana meye
    Cejna gelê arî newroz li me hemûya pîroz be
    Welat bihar e û şîn e newroz doza me ye
    Her sal weke îro em ê newrozê pîroz kin
    Bîhna gula difirîne eva cejna me ye
    Li deşt û zozana rabin agirê xwe pêxin
    Dilê dosta şad bikin agir bi neyar xin
    Li çîya û li zinara ala xwe bilind kin
    Xwedî sazin ser firaz in newroz dilê me ye
    Keç û xort rabin govendê ew rûmeta me ye
    Bi çepik û lîlandinê newroz li hêvya me ye
    Li dor Dîcle li dor Ferat li Xabûr û Aras
    Govend bigerînin herdem newroz cejna me ye
    Gelê kurd û arî rabin tevgerê bilind kin
    Şahî û dîlana me ye roj newroza me ye

    Em sond dixwin bi peyman be bi gurzê rustem be
    Bi çakûçê kawa be ev newroza me ye
    Ev dîrok û destane şoreşa gelan e
    Ta azadî ser firazî newroz şerê me ye
    Me ev agir ji nû ve gurkir Mazlûm rê nîşan kir
    Ew bûye Kawa yê hemdem newroz rîya me ye
    Canê ciwan me feda kir li herderê bang kir
    Em bernadin tekoşînê newroz doza me ye
    Ew bûye mîlada kurda roja nû ya me ye
    Bist û yekê adarê newroz cejna me ye
    Stran û lîlandin çepik hemî şahiya me ye
    Pîroz kirina newrozê serkeftina me ye
    Were em bang li we dikin newroz serhildan e
    Destpêka biharê îro newroz gula me ye
    Bi hevre dengek bankin dilê dosta şa kin
    Cejna me pîroz e îro newroz e newroz e

    Gotin û Muzîk: Armanc

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor