Home Forums GOTINÊN STRANAN A Armanc Armanc – Nîna

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25007
    Xelîl
    Keymaster

    Ez çûm cizîrê lê lê lê
    Ez çûm cizîrê cizîra botan
    Şewq û şemala delalê xwe da reşkota
    Yaram hêja bû derdê xwe bigota
    Heyfa keleş rinda bedew dil kiriye sota
    Nîna nîna nînayê bê te sebra min nayê
    Keçka min ji serhedê ha herin baxçe serayê
    Ay lê lê lê wele tu nayê

    Wele min nabê lê lê hay lê
    Wele min nabê bavo min nabê
    Derdê hêwiyê giran e wele min nabê
    Lawê şêxa bê dîsa min nabê
    Lawê axa bê dîsa min nabê
    Ez ê rabim herim ji vî warê xerabê
    Nîna nîna nînaye keçika omeri yê
    Çavreşê pir sipehiye ha dilê min bi xwe re biriye
    Ay lê lê ay lê lê wele tu nayê

    Wele sibeyê lê lê lê
    Wele sibeyê bavo sibeyê
    Dengê dîka li me pir qebe yê
    Ez ê xwe kar kim ji vî warî bar kim
    Lawkê dilê min hatiye li serê çiyayê
    Ez nema guh didim lê eyb û şermayê
    Nîna nîna nîna ye çûme cizîra botan
    Li ser kela birca belek ha çemê xêbûr xuya yê
    Ay lê lê ay lê lê wele tu nayê

    Gotin û Muzîk: Armanc

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor