Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Asa Evdal – Bejnê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25727
    Xelîl
    Keymaster

    Çil bejnîka lê hatibû derda,
    Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê,
    Çil xopanî lê hatibû derda,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.
    Wez biçûk bûm lê rabûm berda,
    Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê,
    Wez biçûk bûm lê rabûm berda,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.
    Min vê bejnê lê xweş xeberda,
    Lê bejnê, bejnê, lê bejna kê,
    Min vê bejnê lê têr xeberda,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.
    Min sê peya lê deştê dîne,
    Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê,
    Min sê peya lê deştê dîne,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.
    Papax reşa lê ecemî ne,
    Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê,
    Papax reşa lê ecemî ne,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.
    Tivingê milê wan eynelî ne,
    Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê,
    Tivingê milê wan eynelî ne,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.
    Çil bejnîka lê hatibû derda,
    Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê,
    Çil xopanî lê hatibû derda,
    Lê gelo zeryam ji mala kê.

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor