Home Forums GOTINÊN STRANAN B Babetna Babetna – Nofa

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25988
    Xelîl
    Keymaster

    Endîwerê dikana lê lê Nofa
    Endîwerê dikana
    Weka texta siltana
    Derdê dilê min girana
    hemû derdê qîzika
    Keçikana xweşikana
    Derdê dilê min girana
    Derdê dilê min girana
    Memikê Nofa dermana
    Nofa Nofa Nofa

    Amûdê ber bi baye lê lê Nofa
    Amûdê ber bi baye
    Dirbê siyê avaye
    Li ser kaniyê xuyaye
    Çadira xwe tevdaye
    Nofa qîzek hêjaye
    Min li eslê wî pirsî
    Min li eslê wî pirsî
    Nofa keça axaye
    Nofa Nofa Nofa

    Gotin û Muzîk: Gelêrî
    Aranjman: Mûrado

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor