Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Birîndarim

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26123
    Xelîl
    Keymaster

    Li dinyayê heta ez hebim sonda minê bi navê te bê
    Gula reng da bihar wa hat daxazîyam dîtina te yê
    Navê teye tê gotinê xweş awazî bi dengê teyê
    Mal û milkê min çi heye canê min bi qurbana teyê

    Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê
    Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê
    Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê

    Evîna min xaka mine ji boy Te dibêjim bi roj û şevê
    Xelk û alem çû asiman bese rabin ûn ji xewê
    Bila bimre bila biçe ew kesê navê te nebê
    Her dem ez karkerê te me tu ji dilê min dernakevî
    Her dem ez karkerê te me tu ji dilê min dernakevî
    Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê
    Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê
    Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê
    Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê

    Dest bidin hev bigirin dîlan ji bo welat un xweş bibêjin
    Mirin xweşe ji vê jîna we un deynakin çi nabêjin
    Ser û piştê lê bişkênin çavê dijmin un birêjin
    Van neyarên bav û kalan bigirin ji welat bavêjin
    Van neyarên bav û kalan bigirin ji welat bavêjin
    Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê
    Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê
    Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê
    Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor