Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Em kurdin

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26126
    Xelîl
    Keymaster

    Em Kurdin Kurdin Kurdin em Kurdê Zerdeştî ne
    Bi Zeman û Bedîl´an zilm û zorî yê dîne
    Perçe kirin Welatê me em bê werin bê cîne
    Axa xwe ji bîra nekin ez ji we bi hêvîme

    Em Kurdin Kurdin Kurdin em Kurdê Ezdayî ne
    Em bê Dost û Hevalin Hevaltî qet ne dîne
    Însanetî li Dinyê nema ketîye bin Dest û Pîyan
    Talan kirin Welatê me kes na bêje ev çîye

    Em Kurdin Kurdin Kurdin em Kurdin weke şêrin
    Gere em tev bibine yek Heyfa xwe li erdê nehêlin
    Lêxin birano (Hevalno) un lêxin pişta dijmin bişkênin
    Kî bê un Anarşîstin (Terorîstin) ew xwîn xwerin xwîn mijin

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor