Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Leylanê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26141
    Xelîl
    Keymaster

    Leylanê Bihare çiçekê bihare
    Tav derketîye de Tu were
    Bihare rengîne Gul jî vebune
    Leylanê were halê min tunîne
    Ax de Leyla Leyla…emrê minî…
    Tu şeva li bê teyisî şewqa Te da dilê min
    Boy wê şewqê Ez helîyam were Leyla mala min

    Leylanê sor gulê sosinê bihare
    Dilê min ji kerba zare zare
    De Tu were Leylanê lezke Min nehêle li virê bi tenê
    Vê Biharê bi bê tenê dil şikestî situ xwarê
    Ax de Leyla Leyla…emrê minî…
    Ava zelal di xul xule weke dilê Te nabe
    Kember zîvê Gula Dinyê du qetê Te tunîne

    Leylanê neçe nazdarê neçe de Tu were
    Neçe neçe…de Tu were
    Neçe Leyla Were Lela neçe Leyla Ez li bextê Te me
    Dinya ronî bêy Te ji min re herambe
    Ax de Leyla Leyla…emrê minî…
    Gera Golê min Kon danî Ez xeyîdîm ji kerbê Te
    Gulê bedew qur vebune dîsa ketim bextê Te

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor