Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Nurhan

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26137
    Xelîl
    Keymaster

    Ku ez Te nebînim Ez har û dînim
    Ku ez Te nebînim Ez har û dînim
    Ez li ser te dînim keçika delal
    Sibe nabînim ro li min dibe êvar
    Nîvanê Te me li hêvîya min be yar
    Sibe nabînim ro li min dibe êvar
    Nîvanê Te me li hêvîya min be yar
    Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
    Ez li ba Te Mêhvan
    Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
    Ez li ba Te Mêhvan

    Çavê wek yên Te min hê nedîne
    Çavê wek yên Te min hê nedîne
    Lêvê tey şêrînî şekirîne
    Ez ji eşqa Tere bum dil birîne
    Terka Te nakim terka çavên Te
    Ez ji eşqa Tere bum dil birîne
    Terka Te nakim terka çavên Te
    Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
    Ez li ba Te Mêhvan
    Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
    Ez li ba Te Mêhvan

    Biska li ser enîyê Te di xemilîne
    Biska li ser enîyê Te di xemilîne
    Awirê çavên Te Dil di nalîne
    Bejna teye zirav Qusûr lê tine
    Beşera delal Bedîl di helîne
    Bejna teye zirav Qusûr lê tine
    Beşera delal Bedîl di helîne
    Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
    Ez li ba Te Mêhvan
    Ax Nurhan Nurhan Ez ji tere heyran
    Ez li ba Te Mêhvan

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor