Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Salê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26138
    Xelîl
    Keymaster

    Salê….Salê…..Salê………….
    Hey bi derdê bi kulê bi xemê bi jarê bi ax u lalê……
    Ji xelkê re bihareke bi sor gul û bi rengîne
    ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê
    Kul û derdê hezar sala di dilê min evdalê xwedê de şax vedane
    Ji tere salê
    Bêje salê… bi Xwedê Ez ne pîr bum……..
    Evan salê xerîbîya xopan bira Ez pîr kirim…..

    Bêje salê….Ezê naçime dêrika hemgo cizîra botan zaxoka rengîn
    ji xema dilê min û tere li qontarê çîyan…..
    Kulê ti bi kul bî bi kevî mala kevne perestan û xwîn xwerê van romîyan
    Destê min qut kirin ji dost û hevalan ji koma xweyî û xwidanan ji xweyîyan
    Ez ketime der û kolanê xelkê mîna perîşanan xwedê zanî exsîyan û benîyan
    Ez bume benîştê ser zimanan Gurê çol û çîyan bi halê min kenîyan
    Temîna min li keç û xortê Kurdîstanê re axa Welatê xwe bixun
    Û sed carî bi xwedê bi min çêtire ji Zêr û zegerên welatê xerîbîyan
    Bêje salê.. hey çiftê oxirsizê bê îxbalê
    Ji xelkêre bihareke bi sor gul û bi rengîne
    Ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê
    Kul û derdê hezar salan di dilê min evdalê xwedêde şax vedane ji tere salê
    Bêje salê.. bi xwedê Ez ne pîr bum……
    Evan salên xerîbîya xopan bira bi xwedê ez pîrkirim….

    Bêje salê….Ez ketim ji kerbê xerîbîya xopan bira bi xwedê wexte Ez bimirim
    Li der û kolanê Almanya bê dost û heval û bi hogirim
    Ez nizanim careke dinê vegerim nava Dost û Hevalan
    Nizanim li der û kolanê xelkê emê bimirin
    Temîna min li keç û xortê Kurdîstanê re axa Welatê xwe bixun
    Û sed carî bi xwedê bi min çêtire ji Zêr û zegerên welatê xerîbîyan
    Bêje salê.. hey çiftê oxirsizê bê îxbalê
    Ji xelkêre bihareke bi sor gul û bi rengîne
    Ji min evdalê xwedêre pîre payîze zer û kalê
    Kul û derdê hezar salan di dilê min evdalê xwedêde şax vedane ji tere salê
    Bêje salê.. bi xwedê Ez ne pîr bum……
    Evan salên xerîbîya xopan bira bi xwedê ez pîrkirim….

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor