Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Te ji bîr nakim

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26130
    Xelîl
    Keymaster

    Delal ez ji Tera bivim heyran
    Bînayî wek Gulek nava Baxçan
    Por berdaya ser Biruwa û Çavan
    Bejna Te bînaya tayek Rihan
    Delalê evîne Çav reşê xwîn şêrînê
    Ez Te ji bîrnakim hetanî mirinê….
    Te ji bîr nakim Te ji bîr nakim

    Dîlber Tu bi Şev û Ro li bîra minî
    Lê ez çibikim Tu ne li ba minî
    Bawer bike ji min gava ez Te dibînim
    Ez bi xwe nikarim hêstirê min di barin
    Delalê evîne Çav reşê xwîn şêrînê
    Ez Te ji bîrnakim hetanî mirinê….
    Te ji bîr nakim Te ji bîr nakim

    Key nayê bîra Te weke hercan
    Dîsa were ba min nava Gulan
    Gava Tu destê xwe dixî nava destê min
    Ez bi malê Dinyê tevî nadim
    Delalê evîne Çav reşê xwîn şêrînê
    Ez Te ji bîrnakim hetanî mirinê….
    Te ji bîr nakim Te ji bîr nakim

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor