Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bedil Bedil – Xalit Begê Cibilî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26128
    Xelîl
    Keymaster

    Hey la li min li min….. Li min…..
    Hey la li min Mîro îro ezê bi Erzeroma Mîra
    diketim bi şewite lo lo bi çift Qelaye…..
    Min dî îro Ewraqê Xalit Begê Cibilî bavê
    Mahmud begê Mîrê zirav digerin li dayîrê
    Hikumatê Mîro Mecliseye…
    Wele min zanîbu çi gava bi destê Xalit Begê
    Cibilî bavê Mahmud Begê Mîrê zirav di girtin
    Destê wî di xistin darê Kelepçê
    Berê wî dane Îstikrara Muşa şewitî….
    Wele min zanîbu hingê Hêvî û Dîlekê me Kurdan
    Li ba van bêbextê Tirkan Mîro bê feydene….
    U way mîrê min halê me çewabe…
    Mîro Mala barkin lo ev xirabe
    De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
    Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

    Hey la li min li min……Li min
    Heyla ……..Li min…….li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim
    Bişewite lo lo bi çift minara..
    Îro bejn û bala Xalit Begê
    Cibilî bavê Mahmud Begê Mîrê zirav Gul û Çîçeka
    Li ser destê Wezîran û Hakiman Heyla Mîro Kumandaran
    Gelek şade û şûdê Xalit Begê Cibilî
    Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav hene li Dinyayê
    Bi sê denga li gire girê Welatê Erzeromê dikire gazî
    Digo lao qey un nizanin ji hingava em çune ser taibê reysê Tirkan
    Wele Mîrêm em çune ser fikrê kufrara
    U way mîrê min halê me çewabe…
    Mîro Mala barkin lo ev xirabe
    De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
    Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

    Hey la li min li min….. Li min…..
    Heyla li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim
    Bişewite lo lo wa liyane
    Îro min dî gire girê welatê Erzeromê li gog meydana xopana Erzeromê
    sekinandine dibê Mifetişê umumî ketîye nava wanaka…
    Mîro li xeniqandina Xalit Begê Cibilî
    Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav qerar dane
    U way mîrê min halê me çewabe…
    Mîro Mala barkin lo ev xirabe
    De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
    Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

    Hey la li min li min….. Li min…..
    Heyla li min Mîro ezê îro bi Erzeroma Mîra diketim
    Bişewite lo lo bi hewl û Bîne
    Min dî îro gire girê welatê Erzeromê li gog meydana xopana Erzeromê
    sekinandine dibê Mifetişê umumî ketîye nava wanaka…
    Mîro dikirin wazê Dîne…
    Gelek şade û şûdê Xalit Begê Cibilî
    Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav hene li Dinyayê
    Bi sê denga li Mifetişê umumî kir qêrîne…
    Dibê lao tuwê here ji gazî mistefa kemal paşa rer bêje
    Wele Xalit Begê Cibilî Bavê Mahmud Begê Mîrê zirav
    Qebul nake Danîna Şewqê, jinê Tango kirî,heyla li min Mîro yazîya latîne
    U way mîrê min halê me çewabe…
    Mîro Mala barkin lo ev xirabe
    De piştî Xalit Beg Cibilî Bavê Mahmud Begê
    Bira welatê Erzeromê li serê lo me xirabe

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor