Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Bêmalê Keko – Qulîxanê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25670
    Xelîl
    Keymaster

    Wez ê bejna Qulîxanî kurap dinêrim dar e, dara biyê,
    Bare malê me danîne zozana zozanîkê Xwê,
    Malê me danîne zozana zozanîkê Xwê,
    Xwezil xêra mala Xwedê ra wez ê bermalê Qulixanê kurap biyama,
    De min ê çend saleka derbas kira xanî bê dara,
    Lê wayê, feleka Qulixanî kurapê min xayîn e, gelo çima pêra nayê.
    De wez ê bejna Qulîxanê kurap dinêrim dar e, dara kitê,
    Hêşîn dike zozan e, zozanî wa li dolî ber derê vê mizgeft e,
    De derê mizgeftê, xwezil xêra mala Xwedê ra wez ê bermaliya Qulîxanê kurap
    biyama,
    De min ê çend saleka derbas kira qarî bêyola vê metê,
    Lê wayê, lê wayê, feleka Qulîxanê kurapê min xayîn e, gelo çima pêra nayê.
    De wem ê herine sûka Diyarbekirê dikana, wem ê herine sûka Diyarbekirê vê
    dikanê,
    Wem ê bazar bikin şara gevez xemla vê kitanê,
    De wem ê bazar bikin şara gevez xemla vê kitanê,
    Bira xwedê mirazê mirazxwaza bike,
    Mirazê min û Qulîxanê kurapê mayê jorê wê zozanê,
    Lê wayê, lê wayê, feleka Qulîxanê kurapê min xayîn e gelo çima pêra nayê.

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor