Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bilind Îbrahîm Bilind Îbrahîm – Evînî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26279
    Xelîl
    Keymaster

    Her rojeka te nebînim
    Li min dibît şevek tarî
    Ew Evîna min tu divêy
    Nîne çi car evî warî
    Ew evîna min tu divêy
    Nêne li vî warî

    Min û te gelek êk du viya
    Rewşana Soran perya Mêdiya
    Belê pa çi bikem evî zemanî
    Bo me nehêla dilê hêviya

    Belê şert bîtin minît evînî
    Baxê dilî da hêviya biçînî
    Da ev zemane baş bizanîtin
    Namrîtin evîn tu bo min jînî

    Her rojeka te nebînim
    Li min dibît şevek tarî
    Ew Evîna min tu divêy
    Nîne çi car evî warî
    Ew evîna min tu divêy
    Nêne li vî warî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor