Home Forums GOTINÊN STRANAN B Bilind Îbrahîm Bilind Îbrahîm – Silav

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26302
    Xelîl
    Keymaster

    Silavekê firê bike
    Pisyarekê li me bike
    Hergav bila li bîra tebim
    Hêj dilê me ligel êke
    Kesek ji dev te nahêtin
    Gutineka te bu min bêtin
    Dabizanim tuya çewanî
    Kate çi ji dilê min divêtin

    Lime burîn sal u deme
    Jiyaneka tijî xeme
    Axiftinekê ji nîva dilî
    Firêke didarê teme

    Silava te evînye
    Soz u peymaneka nuye
    Jimêje ya dinav dilê min da
    Viyaneka veşartîye

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor