Home Forums GOTINÊN STRANAN B Brader Brader – Bihara min

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26343
    Xelîl
    Keymaster

    Bihara min hat liser singa te
    Gul û nergiz vebûn ji bo bina te
    Bilbil û sharûn hatin dîtna te
    Keç û xort mezinbûn bi evina te
    Vaye ez bûm shehide shêrin navê te
    Ey nishtimanim ka bihishta te.

    Lo ozano tu çi dibêji kani saza te
    Tu ashikbe evindar be ezim yara te
    Ji xew rakirim xilmashhishtim kani soza te
    Te soz damin tu reviya kani doza te
    Hem dayikim nistimanim hem jiyana te
    Tu xerib û bê heval ma kani yara te.

    Kawa yên hevdem li zindanên te
    Shêrên birindar liser çiyayên te
    Çima shin u giri li Newrozên te
    Memê di nale ji bo zina te
    Sipan rêzgirti jibo xeca te
    Ka Feqiye ‘te ka Xani ‘ye te ka Evdal’ê te.

    Braderim brindarim bi evina te
    Ez nexwes û ez bê halim jiber halê te
    Bê hekim û bê dermanim ka loqmanê te
    Mal xerab û gund weranim ji bo doza te
    Bi çar cîyan birîndarim ez jî mîna te
    Heta kengi Dicle û Feratin ronikên te.

    Brader musiki
    1996…bennekom.

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor