Home Forums GOTINÊN STRANAN B Burhan Muftî Burhan Muftî – Legel Xem Bûme Hawdem

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26406
    Xelîl
    Keymaster

    Legel xem bûme hawdem, dem be dem her şîne kirdarim
    neka bawer nekeyt, tuxwa bibîne reng û ruxsarim

    jiyanim wek nemane,bezm û şayîm şîwenî germe
    be dîmen aqil û jîrim, belam dêwane reftarim

    be corê derdî durît karî kirde benbenî cestem
    hemîşe mat û xemgîn û zelîl û dîl û bîmarim

    nexwazella le katêka le batî mujdeyî weslit
    welamekî fîraqit daye dest cestey birîndarim

    deba îtir tehemul kem nebunî nurî du çawit
    le rêgey şax û daxî dirk û dalî weslî dildarim

    Honrawey: Bêwey
    Awazî: Burhan Muftî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor